Hevdîtina Erdogan û Putin bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû

Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vlademir Putin bi daxuyaniyeke hevpar a bêyî civîna çapemeniyê der barê rewşa Lîbyayê û aloziya Îran û DYA‘yê de qediya.

Hevdîtina Erdogan û Putin bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû
8 ÇILE, 2020   16:17
NAVENDA NÛÇEYANC

Di daxuyaniya hevpar de Tirkiyê û Rûsya banga girbestê ji roja Yekşemê ve û girtîne girtekan ji bo ewlehiya welat li tevahî aliyên li Lîbyayê kirin.

Putin û Erdogan operasyona Amerîkayê ya kuştina fermandarê Feylq El-Quds a Pasedarên Îranê Qasim Suleymanî wekî têkbirina ewlehî û aramiya herêmê binav kirin.

Di daxuyaniyê hevpar a herdu serokan de derbarê Idlibê de hate gotin: "Gereke aramî li Idlibê bi rêya pêkanîna bendên peymanên têkildarî wê pêk were."