Serdema yekemîn a xwendinê li herêma Firatê jî hate dirêjkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê dema serdema yekemîn a xwendinê ya 2019-2020’an dirêj kir da ku xwendekarên ku di encama êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji perwerdeyê bê par mane, waneyên xwe temam bikin.

Serdema yekemîn a xwendinê li herêma Firatê jî hate dirêjkirin
8 ÇILE, 2020   13:30
KOBANÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê biryarek der barê dema dirêjkirina serdema (werz) yekemîn heta dawiya 30`ê Çileyê de, derxist.

Desteyê destnîşan kir ku werza duyemîn dê di duşema 9`ê Sibatê de dest pê dike.

Di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di 9`ê Cotmehê dest pê kirin, bi sedan dibistanên li herêmên Firatê û Cizîrê hatin girtin, ji ber vê yekê saziyên perwerdeyê dema werza yekemîn dirêj kir da ku xwendekarên ji perwerdeyê bê par man, waneyên ku di ser wan re derbas bûne, temam bikin.

Hîna bi dehan dibistanên herêmê girtî ne, ji ber ku ew dibistan li gundên li nêzî sînorê Tirkiyê ne ku rastî êrişan tên. Ji ber êrişan şênî neçarî koçberiyê bûn û li wan dibistanên herêmên din bi cih bûn.

Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê jî duh biryara dema dirêjkirina werza xwendinê dabû.

 (jo)

ANHA