Xiristiyanên Dêrikê hêvî dikin ku sala nû bibe sala bidawîbûna dagirkiriyê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyê Xiristiyan îsal serêsla bi ayînên olî û sirûdan li dêran de pîroz bikin. Xiristiyanên herêma Dêrikê hêvî dikin ku sala nû bibe sala bi dawîbûna şer û dagirkeriyê li Sûriyê.

31 kanûn, 2019   17:11
QAMIŞLO- NEJBÎR OSMAN – ÎSAM ABDULLAH

Cejna Neol û sersalê mîladê ji cejnên olî li gel pêkhateyê Xiristiyan e. Hin taybetmendiyên vê cejnê xemilandina dara sersalê ye ku sembola jiyan û vejînê ye. Her wiha mûm û çira li ser darê tên pêxistin. Her xemlek li gorî baweriyan sembolekê nîşan dide. Her wiha di mala her xiristiyanekî de peykerê şikefta ku Îsa Mesîh de hatiye dinê heye.

Me serdana malbateke kildanî kir û ayinên wê yên cejnê şopand.

Welatiya bi navê Seydî Hena sala nû li gelên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku aştî û aramî li tevahî Sûriyê bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  pêk were.

Seydî îşaret bi amadekariyên pêşwazîkirina cejna Noel kir û diyar kir ku di nava sê rojan li pey hev li dêran sirûd tên xwendin û nimêj tê kirin.

Her wiha diyar kir ku şahiyên taybet ji bo zarokan têne lidarxistin û diyarî ji aliyê "Papa Noel " ve li wan têne belavkirin.

Seydî wiha domand: "Sersala mîladê taybetmendiyên wê hene, ji wan dara mîladê tê xemilandin û li tevahî malên xiristiyanan de peykerê şikefta Mesîh têne dîtin, her wiha xwarinên gelerî û şerab a ku sembola xwîna Mesîh nîşan dide tên çêkirin."

Seydî bal kişand ku pîrozbahiyên sersalê mîna berê bi xweşî û coşa nemaye, ji ber rewş şer li herêmê tenê di çarçoveya ayînên di mal û dêran de tên pîrozkirin.

Seydî Hena di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku dagikerî li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi dawî bibe û ewlehî û aştî li tevahî Sûriyê belav bibe û koçber li herêmên xwe vegerin.

Welatiyê bi navê Cojrc Fetho Cejna Noel û sersala nû li gelên Sûriyê û gelê cîhanê pîroz kir û hêvî kirin ku sala 2020‘an bibe sala aştiyê li tevahî Sûriyê.

ANHA