Li Girê Spî ya dagirkirî bermîla mazotê bi 55 hezar lîreyan e û kel û pelên xwarinê kêm dibin

Li bajarê Girê Spî piştî ku Tirkiyê dagir kir, şêniyên ku di bajêr de mane, di rewşên dijwar re derbas dibin. Buhayê bermîla mazotê gihaşt 55 hezar lîreyên Sûriyê.

Li Girê Spî ya dagirkirî bermîla mazotê bi 55 hezar lîreyan e û kel û pelên xwarinê kêm dibin
18 kanûn, 2019   12:51
GIRÊ SPÎ-ÎBRAHÎM EHMED

Jiyana li bajarê Girê Spî piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê di êrişên 9’ê Cotmehê de dagir kir, serobino bû. Bi wê re jî azarên şêniyên ku di hundirê bajêr û gundan de mane, dest pê kir.

Ji wê zêdetir jî binpêkirinên ji kuştin, revandin, tecawizkirin û dizînê ji hêla komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi mafên sivîlên li Girê Spî, pêk tên. Şênî di rewşeke kirêt û dijwar re bi encama tunebûna hewcedariyên jiyanê, derbas dibin.

Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî ji ajansa me re ragihand ku çeteyan herêm dorpêç kiriye û nahêlin ne kesek derbas bibe yan jî derkeve.

Ji lew re jî daneyên xwarin û sotemeniyê li hundirê bajêr tune ne û buha zêde bûn. Buhayê bermîleke mazotê gihîşt navbera 55 heta 60 hezar lîreyên Sûriyê.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku şênî heta ku nan ku li firinan pir kêm bûye, werdigirin, di gelek astengiyan re derbas dibin. Tê zanîn ku çeteyan depoyên tov ên girêdayî bajarê Girê Spî desteser kirin û derbasî Tirkiyê kirin.

Çavkaniyan anî ziman ku bazirganî li bajarê dagirkirî pir kêm bûye û gelek dikanên bazarganiyê hatine girtin. Ew jî bi sedema tunebûna kel û pelan û bihabûna tiştan e. Her wiha diyar kirin ku sebze li sûkan tune ye.

(fr)

ANHA