Esper: Hevkariya me û QSD`ê rast e û em ê erkên xwe li Sûriyê bidomînin

Wezîrê parastinê ya DYA’yê Mark Esper diyar kir ku hêzên welatê wî li Sûriyê bi hevkariyeke rast bi QSD`ê re dixebitin û domandina erkên wan li Sûriyê mîsogeriya binketina dawîn a çeteyên DAIŞ`ê ye.

Esper: Hevkariya me û QSD`ê rast e û em ê erkên xwe li Sûriyê bidomînin
12 kanûn, 2019   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Mark Esper di civîna li pêşiya Kongreya Amerîkayê der barê rewşa ewlehiyê li Sûriyê û Rojhilata Navîn de destnîşan kir ku stratejiya DYA’yê li vê herêmê hewl dide ku nebe cihê ewle yê terorîstan û hemû hêzên li dijî DYA`yê dê kontrol neke.

Esper wiha domand: "DYA serkeftineke mezin li kêleka hêzên me yên hevkar li Sûriyê û Iraqê ji bo rûxandina DAIŞ`ê pêk anî, di nav de çalakiyên me yên serkeftî ku di encama wê de damezirînerê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî hate kuştin. Her wiha Wezareta Parastinê di kar û xebata xwe de bi hevkarên me re ji bo mîsogeriya ku DAIŞ careke din xwe bi rêxistin neke, dewam dike."

Her wiha Esper wiha destnîşan kir: "Hêzên Amerîkayê hîna li Sûriyê ne û bi bi QSD`ê re di hevkariyeke rast de ne, tevî êrişa Tirk a dawî ku dibe ev mijar nakok kir, lê Wezareta Parastinê hîna bawer e ku em dikarin vê erkê dewam bikin, ew jî mîsogeriya binketina DAIŞ`ê ye. Em parastina rola xwe di hemleya tunekirina DAIŞ`ê de ne ku ji 76 dewletan û 5 rêxistinên navneteweyî pêk tê, di aliyê alîkariya leşkerî û piştevaniya siyasî de ji bo tunekirina DAIŞ`ê."

Her wiha Esper armancên ku wezareta wî hewl dide pêk bîne, diyar kirin û wiha got: "Xurtkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê ji bo têkbirina dijmin, xurtkirina aliyê parastinê ji hevkarên herêmî re û alîkariyê bi hevkaran re bikin da ku metirsiyên ewlehiyê yên hevbeş çareser bikin."

Esper hişyariya encamên tevgera Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got plana Enqereyê ji bo veguhestina koçberan li herêmên ku berê QSD`ê kontrol dikirin, dibe ku bêîstîqrariyê li wan herêman çêke.

Esper wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tiştê din ku divê em di mehên bê de balê bikişînin ser, ew e ku pêkanîna Tirkiyê di bicihkirina koçberên ji hundir, dê nakokiyan li wan herêman pêk bîne."

(jo)