Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin

Bi hezaran Dêrikiyan û navçeyên wê sersaxî ji malbatên her 6 şehîdên di berwedana li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbûn re xwestin.

Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
Dêrikiyan sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin
8 kanûn, 2019   15:02
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê li navenda Şehîd Rûbar a Ciwanan kom bûn, da ku sersaxiyê ji malbatên şehîdên QSD`ê re bixwazin.Navên şehîdên di Berxwedana Rûmetê de li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan û di encamê de şehîd bûne wiha ne; Ferat Bozgarêt (Agir Agirî), Çekdar Îvarok (Êrîş Orkêş), Resûl (Delîl Çinar), Aydin Agir (Mahir Avaşîn) û Welat Fêsel (Rûbar).

Her wiha şêniyan sersaxî ji malbata şehîd Ismet Îsmaîl (Rizgar Dêrik re, ku di Berxwedana Serdemê li Efrînê şehîd bûbû xwestin.

Navenda Şehîd Rûbar a Ciwanan bi wêneyên şehîdan, alên QSD`ê YPG YPJ û sembolên kurdî xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ser navaê QSD`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Navçeya Dêrikê û Kongreya Star axaftin hatin kirin. Axîveran bal kişandin ser berxwedan QSD, YPG û YPJ`ê. Di dawiyê de nasmeyên şehîdan hatin xwendin û slogan hatin berzkirin.

(eh)

ANHA