Ciwanên Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kir

Îro bi dirûşma "Tirkiye xaka me dagir dike, zarok û mezinên me dikuje û Rûsya bê deng e" bi sedan ciwanên kantonên Efrîn û Şehbayê bi meşekê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê pêk aniye, şermezar kir.

Ciwanên Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kir
Ciwanên Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kir
Ciwanên Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kir
Ciwanên Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kir
Ciwanên Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kir
Ciwanên Efrînê komkujiya Til Rifetê şermezar kir
6 kanûn, 2019   13:50
ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar bike, meşek bi xwepêşandana bi sedan ciwanan li dar xist.

Xwepêşandan li yarîgeha gundê Babinêsê yê girêdayî naveya Fafînê kom bûn û ji wir dest pê kir û li tevahî kolanên sereke yên gund geriya. Xwepêşandanan wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê, alên Yekitiya Ciwanan û alên YPJ’ê di nava dirûşmên silavkirina berxwedana û şehîdan de hildan.

Li qada gund meş veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz girtin. Piştre daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan Rohat Sîdo ve hat xwendin.

Daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê wiha ye:

"Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û dagirkirina xaka Sûriyê wek çawa li bajarê Efrînê kiriye û guhartina demografiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Her wiha jî ev êriş bi sedema vejandina çeteyên DAIŞ’ê li xaka Sûriyê ye nîşaneya qirkirin û koçberkirina gelan e."

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re, zarok û mezin tên kuştin û komkujî li dijî sivîlan pêk tên. Her wiha jî komkujiya dawî ya ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê Til Rifetê li dijî koçberên Efrînê yên ku ji berê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê neçarî koçberiyê bûne, pêk aniye. Her wiha jî ev komkujî di nava bêdengiya navdewletî û rêxistinên hiqûqî de pêk tên ku bû sedema şehîdbûna 8 zarokan û 2’yên mezin."

Em wek endamên Yekitiya Jinên Ciwan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên hedefgirtina gelên daxwaza neteweya demokratîk dikin, şermezar dikin û divê bê lêpirsînkirin. Her wiha jî bang li rêxistinên hiqûq û yekitiyan dikin ku li hember van êrişên komkujî û qirkirina li dijî zarok û jinan de pêk tên, rawestin. Li dawiyê jî bi rihê Avesta, Barîn û Amarayan dê êrişên dewleta Tirk a dagirker û faşîst, têk bibin."

Piştî xwendina daxuyaniyê, zarokên Efrîn û endamên ciwanên Efrînê şanoya komkujiya Til Rifetê ya ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê Kanûnê de pêk aniye, pêşkêş kir.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina dewleta dagirker û silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA