Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye

Piştî komkujiya Til Rifetê, Li kantona Şehbayê rengê reş li ser jiyana şêniyan serwer bûye û ji bo şehîdên komkujiyê dikan hatine girtin.

Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye
Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye
Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye
Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye
Piştî komkujiya li Til Rifetê Şehbayê reş girê daye
4 kanûn, 2019   09:30
​​​​​​​ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Artîşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di 2`yê Kanûnê de, komkujiyek derheqê gelê Efrînê yên bi darê zorê hatine koçber kirin de pêk anî. Di komkujiyê de 10 sivîl şehîd bûn , zêdetirî 12 jî birîndar bûn.

Ji bo şehîdên komkujiyê şîn hat ragihandin. Hemî dikanên li sûkan hatin girtin, rengê reş û bêdengî li her devera kantonê serwer e.

Şêniyê bi navê Ziyad Eymen ê ji pêkhateya erev li kantona Şehbayê, komkujiya ku derheqê sivîlan de li navçeya Til Rifetê pêk hatiye, şermezar kir.

Eymen îşaret pê kir ku gelên Efrîn û Şehbayê yek in û ji zûde hevgirtî ne û wiha got: "Me şîn ragihand û me hemî dikanên li kantonê girtin."

Eymen diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi her şêwazî hewl dide ku fitneyê di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxîne, bi taybetî jî di navbera gelê Efrîn û Şehbayê de û wiha pê de çû: "Wek şêniyên Şehbayê em van kiriyarên ku bi armanca derbkirina yekitiya gelan tên kirin, red dikin."

Hisên Res Kêlo yê ji şêniyên Efrîn jî wiha got: "Dewleta Tirk em ji Efrînê di 18`ê Adara sala borî de bi darê zorê koçî kantona Şehbayê kirin. Heta niha jî topên artêşa Tirk bi ser me de dibarin û komkujî derheqê me tên kirin."

Hisên Kêlo diyar kir ku piştî hefetyekê ji baranê û rewşa hewyê ya xirab, roj derket û zarokên derketin kolanê û bi hev re lîstin. Lê topên deweta Tirk ji serma zivistanê dijwartir bûn û rehim li zarokan nekirin.

Hisên destnîşan kir ku artêşa Tirk bi hemî cureyên top û çekan wan dike hedef.

Hisên her wiha bêdengiya rêxistinên navdewletî û yên mafên mirovan şermezar kir û got ku ew rê li pêşiya komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst, vedikin.

Zeyndeb Mihemed jî diyar kir ku piştî komkujiyê jiyan li kantona Şehbayê sekinî ye û şîn hatiye ragihandin.

Zeynebê destnîşan kir ku topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser zarokan, di rêjeya yekemîn de pêşeroja gelên herêmê dike hedef.

ANHA