Komên çete êrişeke dijwar li dijî hêzên rejîmê li Idlibê pêk anî

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrişeke dijwar li dijî nuqteyên hêzên rejîmê li gundewarên başurê Idlibê pêk anî.

Komên çete êrişeke dijwar li dijî hêzên rejîmê li Idlibê pêk anî
30 mijdar, 2019   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dest bi êrişeke dijber li ser herêmên ku hêzên rejîmê di van demên dawîn li bejahiyên başur-rojhilatê Idlibê pêş de hatine, kir.

Li gor navendê, şerê dijwar niha di navbera çeteyan ji aliyekî ve û hêzên rejîmê ji aliyekî dîtir ve li derdora Ecaz, Mişêrfa û Um Xelaxîl di nava topbaranên dijwar li herêmê de pêk hat.

Ji aliyekî din ve jî ajansa Spûtnîk got: "Komên terorîst ên çekdar ên çeteyên "Cebhet El-Nusra" û "Ecnad El-Qûqaz" êrişeke berfireh li ser nuqteyên hêzên rejîmê li derdora bajarokên Ecaz û Serca yên bejahiyên başur-rojhilatê Idlibê pêk anî."

Spûtnîkê li ser zimanê çavkaniyê meydanî yê hêzên rejîmê wiha ragihand: "Yekîneyên Artêşa Sûriyê bersiva êrişên nû yên komên terorîst li hember Ecaz û Serca yên başur-rojhilatê Idlibê da û çekdaran dest bi êrişa dijwar a roketan li herêmên di bin serweriya artêşê de kir."

Hêzên rejîmê bi piştevaniya asîmanî ya Rûsyayê êrişên xwe di rojên borî de li ser herêmên qaşo bê çek zêde kirin û pêşketinên meydanî li ser erdê pêk anîn.

(fr)