Meclisa Leşkerî ya Babê: Şervanê me Hesen di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû

Meclisa Leşkerî ya Babê ragihandin ku şervanê wan Hesen Heleb li gundewarê Eyn Îsayê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Babê: Şervanê me Hesen di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû
28 mijdar, 2019   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand, ragihand ku şervanê wan  Hesen El-Deas (Hesen Heleb) 23‘yê Mijdar di çarçoveya Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.

Daxuyanî wiha ye: " Di demekê de ku dagirkeriya Tirk bi beşdarbûna dûvikên wê yên çeteyên Mertala Firatê êrişî herêmên Bakurê Sûriyê dike, şervanên QSD‘ê bersiva êrişan didin û berxwedanên qehremaniyê raber dikin. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê ya di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de di vê berxwedanê cih girtiye û bersiva êrişan didin.

Di berxwedanê de şervanê me Hesen El-Deas (Hesen Helebê) di dema êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk li derdora Eyn Îsayê didan de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbata şehîdê leheng re, ji xwe re, ji hemû malbatên şehîdan û ji gelê xwe re dixwazin. Ji gelê xwe re dibêjin em li gor berpirsyartiya ku dikve ser milê me ne û di serkeftinê de gav bi gav bi îsrar, em ê hola şehîdên xwe hilînin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Hesen Heleb

Nav û Paşnav: Hesen El-Deas

Navê Dayikê: Metra El-Mihemed

Navê Bav: Ehmed

Cih û dîroka Jidayikbûnê: Heleb/1996‘an

Dîroka Tevlêbûnê: 7‘ê Hezîrana 2019‘an

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa/23‘ê Mijdara 2019‘an

ANHA