Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwestin.

Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
Li Qamişlo ji bo 3 şehîdan sersaxî hate qebûlkirin
28 mijdar, 2019   16:17
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo ji bo şervanê QSD‘ê Elî Elî (Elî Qamişlo) yê 1‘ê Mijdarê li gundê Mehmûdiyê yê Til Temirê di bersivîndayîna êrişên Tirkiyê û çeteyên wê de şehîd bibû, şervanên YPG‘ê Dilbirîn Mihemed (Dilbirîn) yê 4‘ê Kanûna 2014‘an li gundê Hesîniyê yê Til Hemîsê şehîd bibû û  Mezlûm Remedan ( Mezlûm) yê 4‘ê Kantûna 2014‘an li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ‘ê şehîd bûbû merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, alên QSD, YPJ û YPG û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xemildandin.

Bi sedan kes, hêzên leşkerî, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên herêm endamên saziyên civaka sivîl herikin bin konê sersaxiyê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihemed Xêr Elîkê, endamê PYD‘ê Îbrahîm Gulo axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di axaftinan de hate gotin ku destkeftiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e. Her wiha hate gotin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Cebhet El-Nusra û bermahiyên DAIŞ‘ê hewl didin destkeftiyan derbe bikin û nakokiyan di navbera pêkhateyan de derxînin.

Di axaftinan de bang xwedîderketina li nirxên şehîdan hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA