Cenazeyên du şehîdên Berxwedana Rûmetê li Reqayê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê cenazeyên du şehîdên Berxwedana Rûmetê, ku di demên cûda de şehîd bibûn oxir kirin.

28 mijdar, 2019   15:50
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD‘ê Elî El-Ehmed (Ebû Hozan ) û endamê  Yekîneyên Dîsplîna Leşkerî Sultan Ebdulrehman ên di demên cûda di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne de şehîd bûne bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê  Hikûmê ya bakurê bajarê Reqayê û oxir kirin.

Merasîm bi turneke leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Sivîl a Reqayê endamê meclisê Hesen El-Mistefa û li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Ebû Casim El- Reqawî axivîn. Kesên axivîn soza dan meşa li ser rêya şehîdan bidomînin.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku şehîd evîndarê azadiyê ne û bi xwîn û fedakariyên xwe efsaneyên lehengiyê xêz kirine.

Di dawiyê de wesîqeya şehîdan ji aliyê meclisa malbatên şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Meclisa Malbata Şehîdan a Reqayê her wiha nasnemeyên 4 şehîdan`` Mihemed Casim El-Elî, Mezlûm El-Dêrî, Ewad Xanim El-Tebaş û Ehmed Elî El-Xêro`` ragihandin.

Girseya şêniyan cenazeyên herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(rr)

ANHA