Dewriyeya Rûsî-Tirkî li ser sînor dest pê kir

Dewriyeya hêzên Rûsyayê bi dewriyeya Tirkiyê re li gundê Dêrna Axê yê girêdayî Girkê Legê li hev civiyan û dest bi gera li ser sînor kir.

Dewriyeya Rûsî-Tirkî li ser sînor dest pê kir
16 mijdar, 2019   07:53
QAMIŞLO

Dewriyeya Rûsî îro di saetên sibê de ji bajarê Qamişlo dest pê kir û ber bi navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ve çû.

Dewriyeya Rûsyayê bi dewriyeya Tirkiyê re li gundê Dêrna Axê yê girêdayî navçeya Girkê Legê civiya. Ji wê derê dest bi gera li ser sînor kir. Dewriye destpêkê ber bi gundê Sermisax û Carûdiyê ve çû.

Her wiha helîkopter jî beşdarî dewriyeyê bûne.

ANHA