‘Divê zanyarên olî li dijî dagirkeriyê bixebitin‘

Zanayên olî gotin Tirk û çeteyên wê bi navê ola îslamê komkujiyan pêk tînin. Zanyaran bang li oldaran kirin ku li dijî sûcên dagirkeriyê bixebitin .

‘Divê zanyarên olî li dijî dagirkeriyê bixebitin‘
16 mijdar, 2019   06:35
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Nerazîbûna li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Endamên Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a herêma Efrînê êrişên Tirkiyê şermezar kirin û tekez kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi navê dîn şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, dîn jî ji van kesan dûr e. 

Îmam Reşad Hebeş êrişên artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got di bin navê dînê îslamê de van êrişan pêk tînin.

Îmam Reşad destnîşan kir ku Tirkiyê êrişeke dagirkerî li ser qadên sivîlê lê hene pêk tîne û sûcên şer der heqê sivîlan de dike, çekên qedexekirî bikar tîne û binpêkirinên herî qirêj encam dide û wiha domand ``Çete sûc û binpêkirinan pêk tînin û navê Xwedê bang dikin.`

Reşad Hebeş bang ji rêxistinên hiqûqî kir ku sûc û êrişên dagirkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Şêx Ebdulqadir Xelîl kiryarên dizîn û talankirina mal û milkên sivîlan ji aliyê artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve yên bi navê "xenaêm", şermezar kir û wiha domand: " Komên çete yên li gel Tirkiyê bi navê îslamê şerê sivîlan dikin û xelkê qetil dikin, rastiya Qurana pîroz nîşan nadin. Di dînê îslamê de hezkirin, merhemet, çandina biratiyê di nava xelkê de heye. Îslam ji wan bêrî ye, ji ber ku rastiya Qurana Pîroz a ku Xweda daxistiye berevaj dikin.``

Xelîl domand:`` Hz pêxember gotiye daran qut mekin, jin , zarok û kesên temen mezin qetil nekin û çandiniyê neşewitînin, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berovajî wê her tiştekî xirab dikin.`` 

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Xelîl bang li zanayên Îslamê kir li dijî sûc û tawanên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê tevahiya pêkhate û mezhebên Sûriyê de tên pêk anîn bixebitin.

(rr)

ANHA