Ciwanên Minbicê ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî belavokan belav dikin

Endamên Meclîsa Ciwanên Minbicê, wek piştgiriya hemleya baykotkirina kelûpelên Tirkî, belavok li şêniyan belav kirin, kelûpel hatin şewtandin û bang li şêniyan kirin ku malên Tirkî baykot bikin.

Ciwanên Minbicê ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî belavokan belav dikin
Ciwanên Minbicê ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî belavokan belav dikin
Ciwanên Minbicê ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî belavokan belav dikin
Ciwanên Minbicê ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî belavokan belav dikin
Ciwanên Minbicê ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî belavokan belav dikin
Ciwanên Minbicê ji bo baykotkirina kelûpelên Tirkî belavokan belav dikin
9 mijdar, 2019   15:45
MINBIC

Di belavokên ku Meclîsa Ciwanên Minbicê li ser şêniyan belav dikirin de, wêneyên sûc û komkujiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker derheqê şêniyan sivîl de pêk anîne hebûn, paşê Meclîsa Jinên Ciwan a bajartê Minbicê jî daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Meclîsa Jinên Ciwan a bajarê Minbicê û gundewarên wê Rojînda Elî ve hate xwendin. Rojînda êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û daxwaz ji cîhanê kir ku kelûpelên Tirkî baykot bikin û got "bi nav pereyan çekan û madeyên kîmawî dikirin û bi wan çekan ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetil dikin".

(rr)

ANHA