Li gundewarê Minbicê şer rû dide

Li gundewarên bakurê rojavayê Minbicê şer di navbera çeteyên Merala Firatê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de rû dide.

Li gundewarê Minbicê şer rû dide
7 mijdar, 2019   20:28
MINBIC

Li gundên Ereb Hesen, El-Dendeniye, Um Cilûd û Um Edese yên dikevin bakur rojavayê Minbicê şerên dijwar di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de rû didin. Şer piştî çeteyên Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li wan gundan kirin hedef, derket.

Li gorî agahiyan du top li gundê Ereb Hesen ketin.

Şer berdewam e.

(şx)

ANHA