Mamsoteyên Reqayê bang li NY`î kir ku ji bêndengiya xwe derkeve

Mamosteyên bajarê Reqayê ji bo balê bikşînin ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin ba hev û daxuyaniyek dan.

Mamsoteyên Reqayê bang li NY`î kir ku ji bêndengiya xwe derkeve
3 mijdar, 2019   16:22
REQA

Bi dehan mamosteyên bajarê Reqa û gundewarên wê li qada avahiya Yekitiya Mamosteyên Reqayê kom bûn û daxuyanî dan raya giştî. Mamosteyan di daxuyaniyên de bang li civaka navdewletî kirin ku wijdana xwe li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilivînin.

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Dua El-Ehmed daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên dewleta Tirk ên 9‘ê Cotmehê li dijî gelên me destpê kirin û hîna jî didome, gelek encamên neyinî ne tenê ji bo herêmê lê ji bo tevahî cîhanê bi xwe re anîn. Ji ber ku projeya dewleta Tirk Sûriyê û herêmê dixe bin gefan. Di heman demê de bi xwe re siyasetên dagirkirin, nejadperestî û projeyên radîkan ên bi armanca derxistina krîzê hidigire. Dewleta Tirk bi rêya guhertina demografyaya herêmê dixebite da ku nasnameya xelkên herêmê yên resen biguhere. Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û hedefgirtina qadên sivîlan, koçberkirina bi hezaran û guhertina nasnameya van herêman hewl dide bi hemû rêbazan koçberên li gel li şûna wan bi cih bike. Ev dê bandoreke neyinî li civaka herêmê bike, dîsa jî bandoreke ne baş  li perwerdehiyê bike, nifşek ji rastiyê bêpar were avakirin û zemînek ji terora DAIŞ`î ya nû biafirîne."

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku ji ber dagirkirinê zarokên herêmên dagirkirî bê xwendin mane û dê encamên wê yên trajedîk li ser ferd û civakê hebin.

Di daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û berpirsyariyên xwe li hember gelan bînin cih. Her wiha di daxuyaniyê de mamosteyan Edogan muxateb girt û gotin gelên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hemberî wî û çeteyên wî mil bi mil li berxwe bidin heta ku ji warên xwe derxînin.

Di dawiyê de soza berxwedanê heya derxistina dagirkeran ji axa Sûriyê û piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk hate dayîn.

(şx)

ANHA