Êrişa çeteyan a li ser rêya M4 hate şikandin

Şervanên QSD‘ê êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser duwelî M4 têk bir.

Êrişa çeteyan a li ser rêya M4 hate şikandin
Êrişa çeteyan a li ser rêya M4 hate şikandin
Êrişa çeteyan a li ser rêya M4 hate şikandin
Êrişa çeteyan a li ser rêya M4 hate şikandin
3 mijdar, 2019   16:16
GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê bi dijwarî êrişî rêya duwelî ya M4 dikin da herêmên Firat û Cizîrê ji hev qut bikin

Çeteyan di êrişê de 6 panzêr, tangeke û 3 erebeyên BMB bi kar anîn.

Şervanên QSD‘ê bersiva êrişan dan, du erebeyên wan teqandin û çete neçar kirin birevin.

Girêdayî mijarê şervanê QSD‘ê Adil Xelîl El-Hisên anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişî gundê Mişêrfê kirin da ku rêya stratejîk a duwekî kontorl bikin û herêma Cizîrê û Firatê ji hev qut bikin.

Adil Xelîl diyar kir ku êrişa çeteyan a li ser rê hate têkbirin, gelek çete hatin kuştin û du panzêrên wan hatin teqandin.

ANHA