Xwendekarên El-Menûsra banga parastina zarokan kir

Bi sedan xwendekar û mamosteyên bajarokê El-Mensûra  li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek li dar xist.

Xwendekarên El-Menûsra banga parastina zarokan kir
Xwendekarên El-Menûsra banga parastina zarokan kir
Xwendekarên El-Menûsra banga parastina zarokan kir
Xwendekarên El-Menûsra banga parastina zarokan kir
Xwendekarên El-Menûsra banga parastina zarokan kir
Xwendekarên El-Menûsra banga parastina zarokan kir
3 mijdar, 2019   12:49
TEBQA

Meş ji rêya Risafa dest pê kir û ber bi dibistana Mihemed Nûr Elî ya li naverasta bajarok ve çû. Bi sedan xwendekar û mamosteyên bajarokê El-Menûsra tev li meşê bûn. Di meşê de alên saziyên perwerdê û dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Zarokên ku tev li meşê bûbûn banga sekinandina kuştina zarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bang li NY`yê û UNICEF’ê kir ku zarokan biparêzin.

Meş li dibistana Mihemed Nûr Elî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de zaroka bi navê Nûr Zeko bi navê xwendekarên bajarokê El-Mensûra  axivî û xemgîniya xwe ji ber êş, zehmetiyên zarokên di nava salên şer de û rewşa wan der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kirin.

Paşê bi navê Buroya Komîteya Fêrkirin û Perwerdê, koordînasyonê Yekîtiya Mamosteyan a El-Mensûra  Ehmed El-Ecîl axivî û piştrast kir ku sekna wan li hemer êrişên dewleta Tirk a dagirker sekneke şeref û rûmet e û got:“ Dagirker li dijî sivîlan sûcên herî qirêj pêk tînin.”

Ehmed El-Ecîl destnîşan kir ku di encama êrişên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê de hilweşandin, rûxandin, koçberkirina bi hezeran şêniyên herêmê, çêbû. Di dawiyê de diyar kir ku li beramberî hemû kiryarên li dijî gel, civaka navdewletî bê deng e û piştrast kir ku gelên herêmê bi xaka xwe ve girêdayî ne.

(bx)

ANHA