Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar

Li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo bi sedan kes daketin qadan û piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re diyar kirin.

Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
Li Til Birak jî meşa bi heybet a 2‘ê Mijdar
2 mijdar, 2019   17:52
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê bi meşekê piştgiriya xwe ya şervanên QSD‘ê re diyar kirin û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meş ji çerxerêya firneyê ya başûrê navçeyê ber bi çarxerêya Şehîdan ve destpê kir. Meşvanan pankartên bi nivîsên ``Her derê Rojava ye her derê Berxwedan e``, `` QSD`ê Îradeya me ye``, ``2‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Parastina Rojava ye`` û alên QSD`ê hilgirtibûn.

Li qada şehîdan ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Henan Silêman axivî, ``Îro Roja Cîhanî ya Parastina Rojava ye, di vê rojê de gelên cîhanê wefadariya xwe bi gelên herêmê û fedakariyên şervanan li dijî DAIŞ`ê re nîşan dan.‘‘

Henan Silêman wiha domand:`` Armanca êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku li ser hesabê fedakariyên gelê me împeratoriya Osmanî vegerîne û xaka me dagir bikin e."

Hevseroka Meclîsa Navçeya Til Birakê Sara Behlewî jî got:`` Şoreşa Rojava li ser hemû astan guhertineke mezin çêkir, ji ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk bigre heta avakirina saziyan û rêvebirina gel xwe bi xwe.``

Sara destnîşan kir "Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe yên li ser Bakur ûRojhilatê Sûriyê taybet li ser Girê Spî û Serêkaniyê de, çekên giran û qedexekirî bikar anîn û der heqê sivîlan de komkujî pêk anîn."

Şêniyan bi yek dengî "Osmanî derkeve, Rojava azad", "Osmanî tu çi me dixwaze, artêşa xwe ji vir bibe û derkeve" qîr kirin.

(rr)

ANHA