Ji Başûr koma 12’emîn tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ bû

Li Başûrê Kurdistanê koma 12’emîn a ciwanan li dijî êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, berê xwe dan Rojava û tevlî “Berxwedana Rûmetê” bûn. Li gel koma dawî, hejmara ciwanên ku tevlî berxwedanê bûne, derket 83 kesî.

Ji Başûr koma 12’emîn tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ bû
2 mijdar, 2019   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Ji bilî xwepêşandan, boykotkirina malên Tirk û daxwaza derxistina hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ciwan jî pêl bi pêl berê xwe didin Rojava.

Koma 12’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ ya Rojavayê Kurdistanê bûn.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.