Şêniyên Girê Spî: Dewleta Tirk kiriyarên DAIŞ`ê dûbare dike

Koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Yabîse yê nêzî bajarê Gir Spî derketin gotin, artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên DAIŞ`ê yên sala 2013`an dûbare dikin û bang li NY`yê û civaka navdewletî kir ku destwerdanê bikin û artêşa Tirk ji herêmê derxînin.

Şêniyên Girê Spî: Dewleta Tirk kiriyarên DAIŞ`ê dûbare dike
28 cotmeh, 2019   09:53
KOBANÊ – HÊZA HESEN

Malbateke Kurd ji Girê Spî û gundewaên wê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, koç bûne wiha got, dewleta Tirk kiriyarên DAIŞ`ê li dijî sivîlan pêk tînin. Sivîl neçarî koçberiyê bûn, malên wan hatin talankirin û gelek ji wan hatin şewitandin. Ev senaryo dişibe ya cara yekemîn ku DAIŞ’ê di 2013’an de Girê Spî dagir kiriye.

Artêşa Tirk a dagirker û bi hezaran ji çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di wan êrişên hovane de balafir, top û hemû cûreyên çekan hatin bikaranîn. Di encama de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn, malên sivîlan û binesaziya herêmê hatin şewitandin û rûxandin.

Bi sedan malbat ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin, koçber bûn. Malbat ji ber binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî sivîlan koçber bûn. Li herêmê bi dehan sivîl hatin kuştin. Her wiha gelek kes hatin revandin, êşkencekirin û mal û milkên wan hatin talankirin û şewitandin.

Koçbera bi navê Emîna Hesen ku ji gundê Yabîse yê rojavayê bajarê Girê Spî ye wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker gundê me da ber top û tangan. Ji ber wê em neçar man ji malên xwe derkevin."

Gundê Yabîse ji gundên destpêkê ku rastî êrişên dewleta Tirk hatiye. Şêniyên gund neçar man ji malên xwe derkevin. Beşek ji wan gihişt bajarê Kobanê û di nav de jî malbata Emîna Hesen heye. Beşek din jî neçar ma berê xwe bide gundên Eyn Îsa û Tebqa.

Emîna destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk, malên wan talan kirin û şewitandin û wiha pêde çû:"Ev ne cara yekemîne ku em neçarî koçberiyê dibin û ji gundê xwe derdikevin. Destpêkê DAIŞ hat û gelek binpêkirin pêk anîn û niha jî dewleta Tirk heman tiştî dike."

Emîna Hesen bi xemgînî axivî û wiha anî ziman:"Ma ev çi hale em têde ne. Ma çima em nikarin li ser xaka xwe bi ewlehî û aramî bijîn. Dewleta Tirk li dijî me zilmê dike û kuştinê pêk tîne.".

Koçberê bi navê Salih Mustefa jî ku ji bajarê Girê Spî ye piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk roj bi roj li dijî herêmê zêde dibin û armanca wê qirkirina gelê Kurd e.

Salih destnîşan kir ku ew ji Girê Spî derket, da ku malbata xwe ji kiriyarên hovane yên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî sivîl, jin, zarok û kalepîran mîna kuştin û serjêkirinê, biparêze.

Salih bang li tevahî gelên herêmê û aliyên pewendîdar ên li derve û hundir kir ku destwerdanê bikin û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin.

Mihemed Şêx Elî jî ji bajarê Girê Spî koçber bûye û êrîşên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên di sala 2013`an de yên li dijî Girê Spî bi bîr xistin û wiha got: "Wê demê em neçar kirin ku  ji malên xwe derkevin. Mal û milkên me talan kirin û niha jî ev yek dûbare dibe."

Şêx Elî got, dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazî hewl dide careke din çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra li herêmê aktîf bike, da ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike û her tiştî birûxîne.

(bx)

ANHA