Hêzên rejîmê li ser sînorên Amûdê û Dirbêsiyê belav bûn

Di çarçoveya lihevkirina di navbera QSD û rejîma Sûriyê de hêzên rejîma Sûriyê li herêma sînor ên bi Tirkiyê re li navçeyên Dirbêsiyê û Amûde belav bûn.

Hêzên rejîmê li ser sînorên Amûdê û Dirbêsiyê belav bûn
27 cotmeh, 2019   21:52
HESEKÊ

Piştî ku Hêzên Sûriyê Demokratîk ji sînor vekişîn, kerwanek hêzên Rejîma Sûriyê derbasî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û Amûda ya kantona Qamişlo yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Ew hêz li ser nuqteyên sînor di dirêjahiya xeta sînor de bi Tirkiyê re belav bûn.

(şx)

ANHA