Kadroyê tenduristiyê yê Girê Spî behsa binpêkirinên dewleta Tirk kirin

Kadroyê tenduristiyê yê nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li navçeya Eyn Îsayê got ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve gelek sivîl ji ber topbarana bêserûber jiyana xwe ji dest da. Her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku dar barê kiryarên dewleta Tirk a dagirkr ên li dijî kadroyên tenduristiyê, hedefgirtina navendên tenduristiyê, nexweşxaneyan û hedefgirtina sivîlan de, lêpirsînê vekin.

Kadroyê tenduristiyê yê Girê Spî behsa binpêkirinên dewleta Tirk kirin
25 cotmeh, 2019   13:44
GIRÊ SPÎ – ÎBRAHÎM EHMED

Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve bi alîkariya bi hezaran çeteyên alîgirên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi taybet herêma Serêkaniyê û Girê Spî. Navendên tenduristiyê, nexweşxane û saziyên xizmetê ji topbaranê bê par neman. Her wiha bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Di encama topbarana bêserûber de nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî û gelek navendên tenduristiyê ji xizmtê derketin. Artêşa Tirk a dagirker ne tenê navendên tenduristiyê kir hedef, lê belê bi rêya balafir û topan erebeyên ambulancê jî kirin hedef. Her wiha çeteyan kadroyên tenduristiyê revandin û kuştin.

Girêdayî mijarê rêveberê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Girê Spî Çawîş Hesen wiha got:"Ji ber topbarana bêserûber li ser navenda bajêr, me nikarî birîndar pêşwazî kiribana. Ji ber wê jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û di nav de jî zarok û jin hebûn."

Çawîş destnîşan kir ku ji ber topbarana bêserûber neçar man navendekî li navçeyeya Elî Baciliyê ya başurê Girê Spî ji bo pêşwazîkirina rewşên giran re vekin. Lê dîsa bûn hedef û neçar man nexweşxaneyê veguherînin, nexweşxaneya Umer Elûş a li navçeya Eyn Îsayê.

Çawîş di berdewama gotina xwe de wiha anî ziman:"Ji ber dûrbûna navçeya Eyn Îsa ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê yên ku têne topbarankirin, piraniya birîndaran jiyana xwe ji dest da."

Çawîş Hesen ji ajansa me re piştrast kir: "Çeteyên dewleta Tirk, erebeyên ambulancê û kadroyên tenduristiyê kirin hedef. Hemşîreya bi navê Mediya Bozan û ajokarê erebeyê Mihemed Bozan Seydî revand. Me dîman dît ku çawa wan bi hovîtî dikujin."

Hesen diyar kir ku piraniya rewşên ku diçin gel wan ji gundewarên Girê Spî ne û bi taybet ji gundê Ebû Sira û zarok in ku di encama topbaranê de birîndar dibin.

Çawîş Hesen di axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî yên cîhanê kir û ev tiş got:"Ji ber topbarana dewleta Tirk hemû rêxistinên navdewletî ji herêmê vekişîn. Derfetên kadroyên tenduristiyê kêm bûn. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku destek bidin, da ku alîkariya birîndaran bikin. Pêwîstî bi kadroyên tenduristiyê û dermanan heye."

Rêveberê Komîteya Tendirûstiyê ya kantona Girê Spî Çawîş Hesen di dawiyê de bang li NY`yê kir ku der barê hedefgirtina dewleta Tirk a ji nexweşxane û kadroyên tenduristiyê re lêpirsînê vekin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di zagonên navdewletî de nabe ku bijîşk û erebeyên ambulansê bibin hedef. Dewleta Tirk a dagirker tîmên tendirûstiyê dike hedef. Ji ber wê em dixwazin lêpirsîn di vê der barê de were vekirin û Tirkiyê li ser van sûcên xwe were cezakirin."

Her wiha hemşîreya birîtanî bi navê Cîhan ku ji ber sedamên taybet nexwest paşnavê xwe bêje wiha axivî:"Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşên li ser herêmê komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Ji ber wê bi dehan zarok û jin jiyana xwe ji dest da û her wiha kadroyên tenduristiyê bêyî ku tu kes hesab ji dewleta Tirkiyê bixwaze, kuştin."

Cîhan di axaftina xwe de wiha da zanîn:"Erka me ye ku em birîndaran derman bikin. Lê çeteyên dewleta Tirk me dikin hedef, da ku erka xwe ya mirovî pêk neynin."

Di dawiyê de hemşîreya bi navê Cîhan anî ziman ku dewleta Tirk hemû zagonên navdewletî bin pê kirin û sûcên herî qirêj li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Ji ber wê bang li raya giştî dikin ku divê hesab JI dewleta Tirk were xwestin.

(bx)

ANHA