Sivîlên Zirganê: Dagirker gundên me topbaran dikin, çi ji me dixwazin?

Di encama topbarana artêşa Tirk ji gundê Coxa yê bajarokê Zirganê ziyanên madî çêbûn, welatiyê ji gund got: “Tevî agirbestê, artêşa Tirk bi tank û moşekan gundên me topbaran dike, çima cîhan bêdeng e?.

Sivîlên Zirganê: Dagirker gundên me topbaran dikin, çi ji me dixwazin?
25 cotmeh, 2019   13:31
HESEKÊ

Tevî hevpeymana agirbestê, artêşa Tirk û çeteyên xwe yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ, gundên derdora herêma Serêkaniyê yên wekî(Menacîr, Cafa, Erbyîn û Esediyê) topbaran dikin û sivîlan dikine armanc.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe her wiha gundên derdora bajarokê Zirganê topbaran kir û gundê Coxa bi tank û moşekan kir armanc.

Di encama topbaranê de darên şêniyekî gund hatin qutkirin û şewitandin.

Şêniyekî gundê Coxa ku ziyan gihaştiye mal û milkên wî wiha anî ziman: “Şêniyên Serêkaniyê ji malên xwe bar kirin, em dikarin wan bihewînin, lê belê artêşa Tirk derfetê nade me û bi tank û balafiran me dikine armanc.”

Her wiha got, çima cîhan beramberî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê bêdeng e, kengî dê wijdanê wan bilive?Divê rewşa koçberan di ber çavan re were dîtin û sînorekî ji kiryarên wan re were danîn.

Sivîlê ji gundê Coxa got: “Tevî agirbestê lê hêj balafir li asmanê gund digerin, ma çi ji me dixwazin?.

(eh)

ANHA