‘Tahlûkeyeke mezin li ser jiyana şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê heye’

Kongreya Star der barê dîlgirtina şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê ku bi birîndar keste destê çeteyên dewleta Tirk a dagirekr daxuyaniyek da û got: “Tahlûkeyeke herî mezin li ser jiyana şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê heye.”

‘Tahlûkeyeke mezin li ser jiyana şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê heye’
25 cotmeh, 2019   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê ku bi birîndarî kete destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Koordînsayonê wiha ye:

"Weke tê zanîn, şerê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî biryara agirbestê jî, dewam dike û heta niha êrîşên wan nehatine sekinandin. Bi vê yeke ve girêdayî, dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên dijwar de her tim sûcên şer pêk tîne û di bin navê Kaniya Aşitiyê de xwîna sivîl û zarokan bi awayekî hovane û bê exlaq dirijîne. Di heman demê fosfor û napalê bikarî anî û bi vê yekê zagonên navdewletî binpê dikin. Tu hiquqê navdewletî nas nake. Di van kêliyan de sûcên giran ên şer ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve wek metirsiyeke dijmorovî pêk tîne û ev sûc  hîn jî didomin .

Niha jî şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê bi birîndarî ketiye destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Ev yek weke tahlûkeyeke herî mezin li ser jiyana şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ye û di asta sûcên şer û dijmirovî de mafê jiyana mirovan a şervana YPJ`ê ji deste wê tê girtin. Ji ber ku beriya demekê pêkanînên çeteyên dewleta Tirk, ên li ser cenazeyên şervana YPJ`ê Amara Rênas tê zanîn û ev yek binpêkirina mafê jiyana mirovan û sûcên şer derdixe ber çavan. Di heman deme de dîmenên qetilkirina sekreterya giştî ya partiya pêşeroja Sûriyê hevrîn xelef jî bi ispatkirî li ber çavê hemû cihanê pêkhatiye. Van kiryarên qirêj ên di bin navê kaniya aşitiyê de gelek fikar û metirsiyan li ser jiyana hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide avakirin.

Ji ber vê, divê ji demek zûtir hemû hêzên navnetewî û cihanê ji van pêkanîna sûcên şer ên ji aliyê dewleta Erdogan û çeteyên wî ve pêktên, bidin sekinandin û kiryarên pêwîst di derbarê wan de bê girtin. Di heman deme de pêwîste şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ji deste wan hov û barbaran bê derexistin û bê xilaskirin. Jibo wê jî em wek Kongra Star bang hemû raya giştî û hêzên navdewletî dikin da ku li pêşiya van kiryarên qirêj û dijwar bêne seknandin û derbarên wan de biryarên pêwîst bêne girtin, herwiha pêwîste hikûmeta Erdogan rewşa şervana YPJ Çîçek bi awayekî lezgîn ragihîne ev şervan hîn jiyan dike an na, ji ber ku çeteyên dewleta Tirk di dîmen de dibêjin em ê wê serjê bikin û siloganên xwe davêjin.

Em wek Kongra Star, hemû pêkanîn û êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên wê ku di asta sûcên şer û dij mirivatiyê û mafê mirovan de ên navnetewî de pêktên, şermezar dikin û tucarî serê xwe li hemberî van pêkanînan natewînîn û berxwedana jiyana hemû gelê heremê geştir û mezintir dikin û diparêzên. Li ser van esasan em wek Kongra Star, carekedin bang dikin û li hemberî tahlûkeya jiyana şervana YPJ'ê bangewazîya bilindkirina dengên însanetiyê û mafê jiyanê dikin. Bi hêviya ku ji vê dengê mafê jiyanê re, hemû raya giştî û hêzên cihanê, bertek û dengên xwe bidin diyarkirin û vê bangewaziya me bibihîzîn û li hemberî van sûcên şer û însanetiyê bisekinin; berxwedana xwe berdewam dikin, rûmeta xwe diparêzin û qirkirin û dagirkeriyê lanet û şermezar dikin."