Kîno Gibraîl:Binpêkirina agirbestê berpirsyartiya dewleta Tirk e

Berdevkê QSD`ê Kîno Gibraîl diyar kir ku tevî QSD`ê hevpeymana agirbestê pêk anî, lê belê vê sibê komên terorîst êriş pêk anîn û got: “Binpêkirina hevpeymana agirbestê, berpirsyartiya dewleta Tirk e.”

Kîno Gibraîl:Binpêkirina agirbestê berpirsyartiya dewleta Tirk e
24 cotmeh, 2019   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD`ê têkildarî binpêkirina hevpeymana agirbestê daxuayî da.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

" Tevî QSD`ê hevpeyman pêk anî û hêzên xwe bi temamî ji herêmê vekişand, lê belê dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê hevpeyman binpê kir û hêj der heqê gel û gundên me de, şerê qirkirinê pêk tînin.

Vê sibê bi komên terorîst bi destekdayîna artêşa talanker a Tirkiyê êrişî gundên Menacîr, Esediyê û Mişrafa kirin, ev jî tê wateya binpêkirina hevpeymana agirbestê. Gundên me rastî topbaranê û êrişan tên, ji ber vê yekê bi hezran sivîl ji her 3 gundên nav borî koçber bûn. Hêzên me di nav şer de heta kêliya nivîsandina vê daxuuyaniyê.

Di vê derbarê de QSD`ê mafên xwe yê parastina rewa dide meşandin û binpêkirina hevpeymana agirbestê berpirsyartiya dewleta Tirk dibîne û bang li DYA`yê dike yekser destewerdanê bike û rê li pêşiya êrişên der heqê gelê me de bigire."

(eh)

ANHA