Şêniyên Tirbespiyê: Dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne

Şêniyên navçeya Tirbespiyê hevpeymanên xizmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin, red kirin her wiha li dijî êrişên terorîstan, banga destekdayîna ji QSD`ê re kirin.

Şêniyên Tirbespiyê: Dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne
Şêniyên Tirbespiyê: Dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne
24 cotmeh, 2019   12:21
 QAMIŞLO

Îro li ser banga Kongreya Star bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo daketin qadan û êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha komkujiya der heqê sivîlan de şermezar kirin. Xwepêşandêran hevpeymanên navdewletî yên li ser hesabê berdêlên gelê herêmê ku xizmeta gel nake red kirin.

Meş li ber navenda Kongreya Star a rojhilatê navçeyê destpê kir û ber bi bazara navendî û çerxerêya şehîd Nejbîr ve çûn. Xwepêşandêran wêneyên komkujiyên artêşa Tirk li dijî zarokan pêk anîn û pankartên bi nivîsên"Na ji hebûna Tirk li ser xaka Sûriyê û na ji dagirkeran re"hilgirtin.

Li çerxerêya şehîd Nejbîr meş veguherî mîtîngê. Endama Koodînasyona Kongreya Star Rûken Ehmed axivî û kiryarên artêşa Tirk ên li ser sivîlan şermezar kir û banga xurtkirina asta berxwedanê li dijî dagirkeriyê kir.

Rûken di dewama axaftina xw de got: “Artêşa Tirk der heqê zarokan komkujî pêk anî, her wiha bi hezaran ji ber hilweşandina malên wan, koçber bûn.”

Rûken Ehmed hevpeymanên navdewltî ku li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tênû xizmeta gel nake red kir û got: “Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê em ê heta dawiyê destekê bidine QSD`ê.”

Paşê koma zarokên navçeya Tirbespiyê şanoyek têkildarî komkuiyên artêşa Tirk pêk anîne pêşandin. Meş bi sloganên"Berxwedan jiyan e û na ji artêşa dagirker re"bi dawî bû.

ANHA

(eh)

ANHA