Parêzeran seferberiya belgekirina sûcên artêşa Tirk a dagirker ragihandin

Yekitiya Parêzeran a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê seferberiya lêkolînkirin û belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên der heqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha xurtkirina eniya hundirîn a ji bo piştevahiya Hêzên Sûriye Demokratîk, YPG û YPJ`ê ragihandin.

Parêzeran seferberiya belgekirina sûcên artêşa Tirk a dagirker ragihandin
20 cotmeh, 2019   15:43
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek girêdayî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û pêkanîna komkujiyên der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da. Daxuyanî li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo ji hêla endamê Yekitiya Parêzeran Mihemed Neîm ve bi tevlibûna endamên Meclisa Edaleta Civkaî û Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiyên imperatoriya osmanî der heqê gelên herêmê de ji Xirstiyanan bi taybet Suryan, Keldan û Asûr hate bi bîrxistin.

Her wiha behsa komkujiyên artêşa Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku di encamê de 235 sivîl ji jin, zarok, temenmezin û ciwanan şehîd bûn, zêdetirî 700 sivîl birîndar bûn û zêdetirî 300 hezar sivîl ji piraniya herêmên Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sûca der heqê şehîd Hevrîn Hecî Xelef û kesên pê re li gel tesfiyakirina şaş sivîlan hatiye kirin, asta kîna dewleta Tirk li ser jiyana ewle û azadiya nêrînê li herêmê diyar dike û hate gotin ku gdewleta Tirk bi qetilkirina Hevrîn û hevalên pê re xwest Sûriyeya pêşerojê bikuje.

Çalakvan û şopdarên karûbarên Sûriyê li derve bi taybet ên têkildarî karûbarên tenduristiyê diyar dikin ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi taybet di sekvaniyê û bombebaran asmanî de bi kar tîne. Qurbanên wan êrîşan şahîdê wê ne, çi kesên ku di nuqteyên tenduristiyê de, navendên tendurisyê û nexweşxaneyan  kar dikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ragihandina azad a ku tevî endamên însiyatîfa sivîl a Qamişlo û Hesekê bûn kir hedef. Di encamê de rojnamevan Seed Ehmed û Mihemed Reşo şehîd bûn û zêdetirî 15 rojnamevan birîndar bûn.

Yekitiya Parêzvanan di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker wek sûcên navdewletî li dijî mirovahiyê pênase kirin û xwest ku kesên destên wan di van sûcan de hene werin muhesebekirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk şerê xwe ya dijminahî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestand heta ku çapemenê ew di 18-10-2019`an de ragihandiye û wiha domand: "Îsbata wê jî komkujiyên  li Zirgan û Um El-Xêr e. Tevî wê jî çekên qedexekirî bi kar anî. Dewleta Tirk dîwara ku lê kiriye di 18-19/10/2019`an de rakir û çeteyên xwe yên terorîst derbasî herêmê kirin. Ji bo ku amadekariya êrîşên xwe bike.

Dewleta Tirk ji erdnîgariya Sûriyê ya dagirkirî derneket lê belê her çû hebûna xwe li herêmê bi rêya çarçoveyek ji terorîstan xurt kir. Dewleta Tirk ji berpirsyariyên xwe ji ber sûcên ku kirine direvin.

Dewleta Tirk gelek hewldanan dike da ku çeteyên xwe DAIŞ`ê xilas bike. Ji ber wê kampên Mabrûka û Eyn Îsa cihên ku terorîst lê girtî ne kirin hedef. Her wiha teqînan li kolana tijî sivîl li bajarê Qamişlo li dora girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê pêk anî."

Di daxuyaniyê de parêzeran diyar kirin ku wek sivîlên pispor û pîşeyî seferberî li ser du eniyan ragihandin, ya yekê lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker der heqê gelê me de û belgekirina wê bi dimenan. Ya din xurtkirina eniya hundirîn ji bo piştgiriya YPG, YPJ û Hêzên Sûriye Demokratîk di nav de Hêzên Parastina Civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Her wiha bang li dewletên sponserên agirbestê ku li gorî berpirsyariyên xwe yên dîrokî bin.

Parêzeran di daxuyaniyê de teqez kirin ku ew beşek ji Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê ne

(şx)

ANHA