Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê di nav tilîliyên dayîkan û sloganên silavkirina berxwedana QSD’ê de oxir kirin.

Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Hesekê hatin oxirkirin
18 cotmeh, 2019   15:09
HESEKÊ

Bi hezaran şênî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kom bûn. Şêniyan cenazeyên şehîd; Hayil El-Salih endamê Heyva Sor a Kurd, Îbrî Zozanî bi nasnav Avesta Hesekê şervana YPJ’ê, Mihemed Salih bi nasnav Şervan Hesekê şervanê QSD’ê, Umer Şêx Elî bi nasnav Sîd Hesekê, Besêm El-Hemîd bi nasnav Baran Ereb, Deham El-Ehmed bi nasnav Hogir, şervanê Hêzên Erka xweparastinê Mihemed Hido wergirtin. Her heşt şehîd di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bûne.

Piştî wergirtina cenazeyên şehîdan şêniyan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar. Li gorisatnê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Şervanên YPG’ê jî torenek leşkerî lidar xistin. Piştre endamê meclisa kantona Hesekê Ebdulrezaq axivî. Ebdulrezaq sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî bidawîbûna axaftinan bawernameyên şahadeta şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê di na tilîliyên dayîkan û berzkirina druşmên silavkirina berxwedana şehîdan de, hatin oxirkirin.

(şx)

ANHA