Xelkê Kobanê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk meşiyan

Şêniyên kantona Kobanê bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku bi lezgînî tev bigere.

Xelkê Kobanê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk meşiyan
Xelkê Kobanê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk meşiyan
Xelkê Kobanê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk meşiyan
Xelkê Kobanê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk meşiyan
Xelkê Kobanê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk meşiyan
18 cotmeh, 2019   14:20
KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyênwê  yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet  li Serêkaniyê û Girê Spî  meşeke girseyî li dar xisit.

Meş ji Çerxariya Jina Azad dest pê kir. Meşvanan pankartên "dewleta Tirk a dagirker şêniyên sivîl li Serêkaniyê li pêş çav û guhên tevahî cîhanê bi çekên qedexekirî qetil dike" hilda bûn. Dayikên şehîdan, wêneyên qurbaniyên komkujiyên ku li Serêkaniyê yên bi encama çekên qedexekirî çêbûne, hildan.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Esmet Şêx Hesen axivî û bêdengiya navdewletî û rêxistinên hiqûqî der barê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne de, şermezar kirin û bang li wan kir ku erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

Hevseroka Meclisa navçeya Qenayê Sûad Demir axivî û bêdengiya li ser komkujiyên ku dagirkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne, şermezar kir.

Meş bi diruşmên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û bêdengiya civaka navdewletî bi dawî bû.

(fr)

ANHA