Karwanê sivîlan daxuyanî da: Armanca me rizgarkirina birîndaran e

Şêniyên ku beşdarî karwanê sivîlan bûne ku dê berê xwe bide Serêkaniyê, li herêmeke ku 2 kîlo metre dûrî bajêr e kom bûn û daxuyaniyek dan, şêniyan di daxuyaniyê de diyar kirin armanca wan vekirina rêyeke mirovî ye da ku birîndaran ji nexweşxaneya Serêkaniyê derxin.

Karwanê sivîlan daxuyanî da: Armanca me rizgarkirina birîndaran e
18 cotmeh, 2019   12:18
HESEKÊ

Karwanê mirovî yê ku berê xwe dide Serêkaniyê, ji şêniyên Cizîrê, tîmên tenduristiyê û gelek rojnemevanên herêmî û cîhanî ne, bi gihandina wan li herêmeke ku 2 kîlo metre dûrî bajêr e, şêniyan daxuyaniyek dan û tê de diyar kirin ku armanca wan a çûyîna Serêkaniyê ji bo vekirina rêyeke mirovî ye da ku birîndaran ji nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê ye, her wiha destnîşan kirin ku ji ber nehiştina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê gihandina tîmên tenduristiyê li nexweşxaneya Serêkaniyê, 2 kesên birîndarên şehîd bûne û hîna jiyana gelekan birîndaran di metirsiyê de ye.

Her wiha îro jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê moşek avêtin karwanê îro da ku nehêlin derbasî bajêr bibin.

(jo)

ANHA