Encamên şer û berxwedana roja 10’emîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

QSD’ê encamên êrîşên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê û Berxwedana Rûmetê yên roja 10’emîn eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku herî kêm 93 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û her wiha 9 şervanên wan şehîd bûn.

Encamên şer û berxwedana roja 10’emîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
18 cotmeh, 2019   11:52

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîşên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê û Berxwedana Rûmetê eşkere kirin. QSD’ê destnîşan kir ku di roja 10’emîn a şer û berxwedanê de herî kêm 93 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmareke zêde çete birîndar bûn û 4 erebeyên zirxî, 4 erebeyên leşkerî û tankeke artêşa Tirk hatin rûxandin.

Her wiha di pevçûnan de 9 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 41 şervan jî birîndar bûn.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî bê ser û ber li seranserî xeta sînor berdewan kirin. Êrîşên bi top, tank û çekên giran û her wiha êrîşên balafirên şer li hemû herêman nesekinîn. Dîsa wek bersiv, di çarçoveya parastina rewa de şervanên QSD’ê bersiv da hemû êrîşan.

Dêrik

Artêşa dagirker di saetên êvarê de gundewarên Dêrikê bi dijwarî topbaran kirin. Di topbaranê de ziyaneke mezin gihîşt mal û milkên welatiyên sîvîl. Şervanan me wek bersiv li gundên Qesir Dîb, Heyaka, Wadî el-Zîab û Şebaniyê baregehên artêşa dagirker hedef girtin, di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin û yek birîndar bû.

Amûdê

Li xeta Elûk piştî pevçûnên giran artêşa dagirker tevî çeteyên xwe ji herêmê vekişiya. Her wiha li gundê Xereze û herêmên din yên sînor, di encama topbarana artêşa dagirker de hevalek me birîndar bû û ziyanên madî gihîşt welatiyan. Hêzên me bi heman awayî bersiv dan êrîşan.

Serêkaniyê

Li bajar di bin bombebarana dijwar a top û balafiran de komên çete xwest bikevin nav taxan. Li taxên Newroz, Mehata, Zorava û Zerdeşt de şerê sîng bi sîng di navbera hêzên me û komên çete de qewimîn. Di encamê de hemû êrîş hatin şikandin.

Li van taxan bi kêmanî 70 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Her wiha ruxmê êrîşên bi top, drone û balafiran jî artêşa dagirker nikarî bikeve nexweşxaneya bajar. Piştî berxwedana şervanên me li derdora naxweşxaneyê, êrîş hat şikandin û herî kêm 10 çete li wir hatin kuştin. Hêzên me ruxmê êrîşên giran jî rê nedan ku çete bikevin bajar. Piranî avahiyên mezin ên di nav bajar de bûn hedefa drone û balafirên şer.

Di xetên Menacîr û Alya de pevçûnên giran qewimîn. Li vir jî di topbarana dijwar de sîvîl birîndar bûn.

Girê Spî

Li ser êrîşan, hêzên me li gundên Ebû Sira û rojavaya Girê Spî çalakiyên bibandor pêk anîn û di van çalakiyan de hejmarek ji komên çete hatin kuştin. Her wiha panzer û seyareyên leşkerî derb xwarin û hatin rûxandin. Li gundên Xirbet Yûsif, Wabdê û Tirwaziyê êrîşên hewayî û topbaran pêk hatin. Van êrîşan baregehên hêzên Sûriyê jî hedef girtin. Hêzên me bersiv da êrîşan û li van gundan jî seyareyên leşkerî ku panzerek jî di nav de hatin rûxandin. Dîsa li gundewarên Eyn Îsa di navbera hêzên me û çeteyan de şerên giran qewimîn. Li van herêman balafirek artêşa dagirker bi şaşîtî li çeteyên xwe da û di encamê de hejmarek zêde ji wan hatin kuştin.

Bi giştî di encama şer û berxwedanê de herî kêm 93 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek zêde çete birîndar bûn û 4 seyareyên zirxî, 4 seyareyên leşkerî û tankek hatin rûxandin.

Di pevçûnan de 9 hevalên me şehîd ketin, 41 hevalên me birîndar bûn.

Encamên ku li jor hatine dayîn pêvajoya piştî biryara sekinandina şer ku Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk jî lê peymanbend e, nahewîne. Lê belê artêşa dagirker û komên çete ruxmê biryarê jî êrîşên xwe yên li ser Serêkaniyê berdewam kirin.”