Serokkomarê Çekya: Tirkiye mîna heywanan kuştinan dike

Serokkomarê Çekyayê Mîlos Zeman got dewleta Tirk Kurdan ''mîna heywanan dikuje'' û domand, ''Biya min dewleta Tirk sûcê şer dike.''

Serokkomarê Çekya: Tirkiye mîna heywanan kuştinan dike
18 cotmeh, 2019   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokkomarê Çekyayê ji Barrandov TV'yê re axivî û got, ''Erdogan ji Kurdan re terorîst dibêje, ez vê rast nabînim.''

Serokkomar got, ''Berevajî, weke ji wan yên ku êrîşê dibin ser Kurdan û di kuştina siyasetmedara Kurd a jin de hatî dîtin, ku bi heywanî hatibû kuştin, ji xwe dipirsim gelo ên ku vê kuştinê dikin terorîst in an na.''

Dewleta Tirk û çeteyên wan piştî ku siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef kuştibûn, 9 sivîlên din jî înfaz kirbiûn.

Zeman her wiha got, ''Biya min dewleta Tirk sûcê şer dike, bi her hawî, biya min Tirkiye divê nebe endamê Yekîtiya Ewropayê.''

Zeman her wiha got dewleta Tirk têkiliyên xwe bi îslamiyên radîkal û kujeran re heye.

Zeman dawiyê ji bo ku DYA û Yekîtiya Ewropayê ''îxanet li Kurdan kiriye'' rexne kir û got, dema şerê dijî DAIŞ ji bo ku em hewceyî wan bûn me ew rûmetdar kirin, niha jî em pişta xwe didin wan.