Çeteyên dagirker êrîşî sivîlên ku gihîştin Serêkaniyê kirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî sivîlên ku herêma Cizîrê  gihîştibûn Serêkaniyê da ku sivîlan rizgar bikin, kirin. Şênî neçar man ku vegerin da ku komkujî derheqê wan de pêk neyê.

Çeteyên dagirker êrîşî sivîlên ku gihîştin Serêkaniyê kirin
17 cotmeh, 2019   11:51
HESEKÊ

Piştî ku kerwanê sivîlan gihîşt bajarê Serêkaniyê da ku sivîlan rizgar bike, çeteyên artêşa Tirk a dagirker gule li sivîlan reşandin û bi hawanan ew topbaran kirin, sivîl neçar man ku vegerin, da ku komkujî derheqê wan de pêk neyê, ji ber ku çeteyên Tirk cûdahî naxin navbera hêzên leşkerî û sivîlan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser bang li raya giştî ya cîhanê kiribû ku bikevin nava tevgerê  û sivîlan ji nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê ku rastî êrîşên dagirkeriya Tirk tê, rizgar bikin.

(kc)

ANHA