Şêniyên Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên 3 şehîdên Berxwedanê Rûmetê yên li gundên derdora Girê Spî li dijî êrîşên artêşa Tirk şer dikirin şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê oxir kir.

Şêniyên Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
17 cotmeh, 2019   11:50
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên şehîdên bi navên Mihemed Abdî, Merwan Tirkî, Mihemd Şaban ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Girseya gel ji ber nexweşxaneya leşkerî bi rê ket û ber bi goristanê ve çû. Girse ji hezaran gel, endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û saziyên sivîl pêk dihat.

Dema girseya gel gihaşt cenazeyên her 3 şehîdan wergirtin û sloganên "Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê” û “Bijî berxwedana şehîdan” berz kirin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Komîteya Dîplomasiyê a Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Kobanê, endama komîteyê Eyşê Efendî axivî û got divê em li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê asta berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin û wiha pê de çû: "Êdî artêşa Tirk çekên kîmyewî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne, divê em li xwe vegerin û li dijî êrîşên hovane rawestin."

Paşê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Kayîşîş axivî û got artêşa Tirk a dagirker bi hemû çekên di nava cîhanê de qedexe ne, li dijî gel û şervanan bi kar tîne, ev jî nîşana têkçûna dewleta Tirk, her wiha got madam mîna van lehengan hene, dê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serkeftin para wan be.

Piştî axaftin bi dawî bûn, cenazeyên her sê şehîdan di nava sloganan de ber bi gortistanê ve oxir kirin.

(eh)