Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê: Rejîma Erdogan cihê garantoriyê li Astanayê winda kir

Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û piştrast kir ku rejîma dewleta Tirk cihê garantoriyê li Astanayê winda kir. Her wiha tevahî şêniyên Sûriyê hevgirtî ne û bang li civaka navdewletî kir ku sînorekê ji êrîşên dewleta Tirk re deynin.

Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê: Rejîma Erdogan cihê garantoriyê li Astanayê winda kir
17 cotmeh, 2019   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke fermanî ya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê li gel ajansa SANA bi navê berevkeya rejîma Sûriyê wiha daxuyand: "Tevî herikîna şermezarên navdewletî, hê jî rejîma Erdogan di êrîşên hovane yên li dijî Sûriyê de bi israr e. Mirin û wêrankirinê ku tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî binpê dike, pêk tîne. Bi wê re jî rûyê rastîn a rejîma Erdoganê faşîst aşkere dibe."

Wezareta Karên Derve ev tişt lê zêde kir: "Dijminatiya Tirkiyê bi armancên dagirkirinê û xewnên xwe yên bi serkêşiya Erdogan e û piştrast kir ku li rex komên çete yên terorîst e ku tevahî cureyên pitgirî pêşkêş kirine. Bi vê re jî rejîma Tirkiyê cihê garantoriyê li Astanayê winda kir, nexasim jî dijminatiya wî li dijî rêgez û biryarên Astanayê ne."

Karên derve yê rejîma Sûriyê diyar kir ku dijminatiya Tirkiyê ya destwerdana bêserûber li hundirê Sûriyê red û şermezar dikin û wiha piştrast kir: "Hevgirtina şêniyên Sûriyê di vê demê de di bin ala nîştimanî ya li hember dijminatiya Tirkiyê ya faşîst û parastina yekitiya Sûriyê, xak, gel, serwerî û biryarên wê, ji ya berê pirî zêdetir e."

Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê bang li civaka navdewletî kir û wiha bi dawî kir: "Bi erkên xwe rabin û fişarê li rejîma Erdogan bikin da ku sînorekê ji vê dijminatiya li dijî Sûriyê re deyne. Her wiha tevahî wêrankirin û siyasetên talankirinê ku ewlehî û aramiya herêmê û tevahî cîhanê tevlihev dike, berpirsiyariya Erdogan e."

(fr)