Şêniyên Girkê Legê silav da berxwedana QSD`ê

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist û piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan da.

Şêniyên Girkê Legê silav da berxwedana QSD`ê
17 cotmeh, 2019   11:14
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên navçeya a Girkê Legê û gundewarên wê ji hemû pêkhateyan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist û piştigiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da.

Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û şêniyan dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û silavkirina berxwedanê û bilindkirina tekoşînê berz kirin.

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Mizgîn Ehmed di meşê de axivî û di destpêkê de êrîşa dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û got artêşa Tirk û çeteyên wê tecrubeya demokratîk ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dike hedefa xwe, da ku herêmê dagir bike.

Mizgîn Ehmed îşaret bi berxwedana şervanên QSD`ê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemû herêmên Bakur û Rojhilaê Sûriyê û taybet li bajarê berxwedêr Serêkaniyê kir.

Mizgîn bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtî bin û li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Meşa şêniyan bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(jo)

ANHA