Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest

Şêniyên bajarê Minbicê û endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Hişyar Mehmûd re xwestin, ku dema li ser erka xwe ya neteweyî bû li Eyn Îsayê şehîd bûbû.

Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest
Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Hişyar re xwest
16 cotmeh, 2019   14:38
MINBIC

Meclis Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarê wê konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk Hişyar Mehmûd li ber mala wî veda.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê gelek axaftin bi navên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab El-Ebûd, Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Ebû El-Mecid, Rêveberiya Meclis û Navçeyan Hisên Hemîdî hatin kirin.

Axaftivanan destnîşan kirin ku dewleta Tirk  a dagirker bi armanca dagirkirina herêmê û guhertina demografiya wê êrîşî herêmê dike. Her wiha behsa lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîma Sûriyê de kirin û diyar kirin ku ew lihevkirin ji bo sekinandina rijandina xwîna gelê Sûriyê û parastina serdestiya Sûriyê pêk hat.

Axaftvanan îşaret pê kirin ku aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî dûrî mudexeleya aliyê derve pêkan e.

Axaftvanan berxwedana şervanan a li ser eniyên şer silav kirin û soza berdewamkirina berxwedanê dan.

Malbata şehîda Hişyar soza şopandina rêya şehîdan da.

(şx)

ANHA