Mijarên rojnameyên erebî – 16 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro li ser geşedanên li Sûriyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyê û bertekên navdewletî nivîsîn. Her wiha mijarên mîna serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo welatên Kendavê, rewşa Lîbyayê û agirên Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 16 Cotmeh
16 cotmeh, 2019   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Beyan: Ji bo bertekdayîna li hember Tirkiyê Trump bi lîderên kongreyê re dicive

Rojameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nivîsîn. Rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Ajansa Bloomberg Newsê îro (sêşem) diyar kir ku Koşka Spî lîderên kongreyê vexwendin civîna bi serok Donald Trump re.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Çavkaniyên agahdar ji ajansê re ragihand ku civîn dê rêbazên bersivdayina Tirkiyê binirxîne, piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Civîn dê saet di 15:00`an de li gorî dema xwecihî bê lidarxistin.

El-Ereb: Fişarên navdewletî nekarîn Erdogan neçarî rawestandina êrîşa li dijî bakurê Sûriyê bikin

Rojnameyê nivîsî: "Fişarên navdewletî yên li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan asta gefan derbas kirin û êdî bûne cezayên şênber ku dê karibin bihêlin serokê Tirkiyê ji biryara berdewamkirina qumarbaziya li bakurê Sûriyê, vegere. Ev bijarte dê bihêle ku rêveberiya Tirkiyê bijarteyên xwe ji nû ve bibîne, bi taybet piştî ku Rûsya jî kete çarçoveya fişaran, Rûsyayê got wan êrîş erê nekiriye.”

Rojnameyê dewam kir:  "Ewropa rewşa dudilî derbas kir, rayedarên Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalyayê bi hin gavên şênber nameyên tund nîşanî Erdogan dan.

Spanya, Awisturya, Balçîka jî xwe dan aliyê Almanya û Fransayê û piştgiriya biryara qedexekirina çekan erê kir.

Parîs û Berlînê firotina çekan bo Tirkiyê rawestand, Fînlandiya û Hollandayê jî beriya niha gotibû wan hinartina çekan bo Tirkiyê rawestandiye. Dîplomatên Ewropî dibêjin ev gav dê bibe xeleka yekemîn a rêzecezayên li dijî Tirkiyê da ku şer rawestîne.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas di civînekê de bi hempîşeyên xwe yê YE`ê re, ji rojnamevanan re got "Em naxwazin piştgiriya vî şerê bikin, em naxwazin çekan jî berdest bikin.”

Enqere di vê qumarbaziya xwe de pişta xwe Rûsyayê germ kiribû ku dê serok Vlademir Pûtîn bertek nîşan nede, çapemeniya nêzî hikûmeta Erdogan jî her digot Rûsya (bi dizî be jî), piştgiriya helwesta Tirkiyê dike, lê Moskovê got ku wê êrîş erê nekiriye.”

Şerq El-Awsat: Peymanên Imarat- Rûsyayê yên enerjiya nukleer û hilbirînê

Der barê serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Kendavê de rojnameyê nivîsî "Duh Imarat û Rûsiyayê peman û lihevhatin imze kirin, di sektorên enerjî, nukaer, hilbirîn û ekolojiyê de, peyman bi serperştiya mîrê Abû Dabî Şêx Mihemed bin Zayid û serokê Rûsyayê Vlademir Pûtîn hatin imzekirin.

Her du lîderan têkiliyên dostanî û hevkariyê yên her du wealtan gotûbêj kirin, her wiha mijarên germ yên herêmî û navdewletî jî nirixandin.

El-Beyan: Hafter: Em dikarin di nava 48 saetan de têkevin Trabuls`ê

Der barê geşedanên li Lîbyayê rojnameyê nivîsî "Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Lîbyayê general Xelîfa Hafter ragihand ku artêşa Lîbyayê dikare di nava 45 saetan de têkeve paytext Trabulsê û şer bi dawî bike.

Rojnameyê nivîsî "Hafter got ku ew ji bo parastina jiyana sivîlan bi baldarî tevdigerin, her wiha diyar kir ku tu navbênkariya navdewletî yan herêmî di navbera wan û hikûmeta Fayiz El-Sarac de çênebûye. Di vê navberê de duh şer li derdora Trabuls`ê dijwar bû, rtêşê ji welatiyan xwest dûrî baregehên milîsan bimînin.

El-Ereb: Li Libnanê agir aloziyê kûr dike

Rojnameyê nivîsî :"Libnan bi bobelateke mizin re rû bi rû ye, di saetên derbasbûyî de agir qadeke ferh ya herêmên çiyayî da be xwe, li hin deveran gihişte malan, gelek malbat jî koçber bûn. Di nava rêvberiyê de bêçaretî heye û ji her alî va rexne têne wan.”

Rojnameyên wiha nivîsî "Rêveberên Libnanê niha li hêncetekê digerin ku kêmasiyên xwe veşêrin, êdî dibêjin ku tişta dibe parçeyekî planeke berfereh ya li dijî aramiya Libnan`ê ye, ew dibêjin ku agirê li Libnanê û yên ku li hin bajarên beravê yê Sûriyê di heman demê de pêk hatin.”

Siyasetmedarên Libnanê dibêjin ku sistbûneke mezin heye ji aliyê hikûmetê, lê her kes niha behsa provekasiyonê dikin. Beriya çend rojan her kesî behsa provekasyoneke aborî dikirin, niha dibêjin ku agir bi destên hin aliyan hatine vêxistin, lê pirsa ku her dê bîne eve; kanîn mêrên dewletê?"