Dagirker li Efrînê kiryarên dermirovî didomînin

Artêşa Tirk a dagirker di demekê de ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyan pêk tîne, bi hevkariya çeteyên xwe li Efrînê kiryarên dermirovî li dijî sivîlên Efrînê didomîne.

Dagirker li Efrînê kiryarên dermirovî didomînin
Dagirker li Efrînê kiryarên dermirovî didomînin
Dagirker li Efrînê kiryarên dermirovî didomînin
Dagirker li Efrînê kiryarên dermirovî didomînin
16 cotmeh, 2019   08:20
EFRÎN

Çavkaniyeke ji navçeya Bilbilê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên Lîwa Mihemed Fatih ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Umer Elo, welatiyê bi navê Rustem Ekaş Xelîl (47) ê ji şêniyên gundê Qeregul ê navçeya Bilbilê revandin. Rustem Ekaş dema li nava zeviya xwe dixebitî ,hat revandin û erebeya wî hate dizîn.

Ji aliyekî din ve jî çeteyên dewleta Tirk berhema zeytûnan a şêniyên gundê Baliya yê navçeya Bilbilê ya Efrînê talan kir.

Di encama şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek çete hatin kuştin û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bo wan konê taziyê li navçeya Mabata vegirtiye.

Çavkanî tekez kir ku 15 termên çeteyên Lîwa Sultan Murad, Firqet El-Hemza û Artêşa El-Şerqiya gihîştin navçeya Mabata.

(bx)

ANHA