Piştî gefa Amerîka, lîreya Tirkiyê daket

Ajansa Ruetersê îro ragihand ku lîreya Tirkiyê beramberî dolar daket 5.9, ew yek piştî gefa Amerîka ku dê cezayan ser Enqere ferz bike, çêbû.

Piştî gefa Amerîka, lîreya Tirkiyê daket
11 cotmeh, 2019   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîreya Tirkiyê daket, ew yek piştî ku Wezîrê Xezîneya Amerîka Stephen Mnuchin ragihand ku serok Donald Trump bi berpirsên Amerîka re der barê forma reşnivîsa ferzkirina cezayên nû "Pir mezin" ser Tirkiyê piştî ku Enqere êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erkdar kir.

Her wiha hikumetên YE`ê jî gefên ferzkirina cezayan ser Tirkiyê xwarin, ji ber êrîşa xwe li ser Sûriyê, her wiha bi hêrs hişyariya serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan ku dê deriyan vebike û 3.6 melyon penaberan bişîne Ewropa eger desteka wê nekin, red kir.