Nivîskarekî filistînî: Êrîşên Erdogan qirkirina Kurdan e û ji terorîstan re derfet e

Têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîskar û siyasetmedarê filistînî Mihemed Ebû Mihdî got armanca êrîşan zindîkirina rêxistinên terorîst e da ku ji nû ve li herêmên Sûriyê belav bibin, her wiha Erdogan hewldana qirkirina gelê Kurd ê li Sûriyê dike.

Nivîskarekî filistînî: Êrîşên Erdogan qirkirina Kurdan e û ji terorîstan re derfet e
11 cotmeh, 2019   07:22
XEZA-OMER MUSA

Têkildarî geşedanên dawîn ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha şermezarkirina dewletên erebî ji êrîşan re, ajansa me hevdîtin bi nivîskar û siyasetmedarê filistînî Mihemed Ebû Mihdî re çêkir.

Ebû Mihdî wiha axivî: "Ji dema ku Erdogan hikum girt, êdî diyar bû ku li derveyî sînorê Tirkiyê xwedî berjewendî û tevlihevî ye, îsbata vê yekê jî têkiliyên bi rêxistinên navdewletî yên Îxwan El-Mislimîn, dewleta Qeterê, her wiha bi Washingtonê û Til Evîvê re. Di heman demê de bi derdora Tirkiyê re anku bi dewletên wekî Iraq, Sûriye û Qibrisê re şer kir, her wiha bi rêya Qeterê û Îxwanan re rola xwe di biryara erebî de xurttir bike û gihaşt asta ku gelê Misrê hikumê Îxwanan di Misrê de tune kir û her wekî li Tunisê û Sûdanê jî heman gav avêt."

Ebû Mihdî wiha pê de çû: "Bi têkçûna DAIŞ`ê li Sûriyê re, rola dewleta Tirk hate kifşkirin û diyar bû ku dewletên destek daye DAIŞ û hêzên tundraw ên li Sûriyê û dewletên din, dewleta Tirk e, vê yekê jî hişt ku Erdogan bi êrîşên rû bi rû, roleke sereke bilîze."

Ebû Mihdî di nava axaftina xwe de îşaret bi şikesta AKP`ê ya di hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiyê yên dawîn de kir ku şaredariyên sereke ji bin hikmê Erdogan derketin; ji wan jî ya herî mezin Şaredariya Stenbolê û her wiha AKP rastî gelek aloziyan hat, gelek damezirînerên partiyê îstîfa kir û gotegotên ragihandina partiyeke nû ku wek proseya koçberkirina giştî ya endamên partiyê derveyî partiyê bû.

Nivîskarê filistînî diyar kir ku ev hemû ji ber siyasetên Erdogan in ku partî û welat kire malê xwe yê taybet û bi vê yekê her kesê beramberî hikmê wî derket, kiryarên dermirovî der heqê wan de bi kar anîn.

Li ser vî esasî çend raporên dawîn hatin ragihandin ku Erdogan giraniya xwe ya siyasî winda kir û ev jî gefan li pêşeroja Erdogan a siyasî ya hilbijartinên demokratîk ên bê dixwe.

Li gel vê yekê jî aloziya aborî ya ku dewleta Tirk tê de ye û bandor li welatiyên Tirk kir.

Ebû Mihdî bal kişand ser ku tevî siyasetên tund û kiryarên li dijî muxalîfên dewleta Tirk, lê belê gelek qadên li Tirkiyê hesabên metirsiya ji rexne û xwepêşandanan nakin.

Ev hemû ji ber biryarên Erdogan ên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber vê yekê heke pêk were, dê ji pîvanên civaka navdewletî re binpêkirin be, ji ber ku serweriya dewletekê binpê dike û gefên qirkirinê li gelê Kurd ên li Sûriyê dixwe.

Ebû Mihdî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ji rêxistinên terorîst re ku di Sûriyê de têk çûn û piştî projeya wan xerebkirina Sûriyê têk çû, derfet e.

Têkildarî helwesta navdewletî ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, nivîskar û siyasetmedarê filistînî wiha got: “Muhteml e biryara navdewletî li dijî dijminahiya dewleta Tirk ji Sûriyê re were guhartin û cezayên aborî werin birîn. Êdî li gorî rewşa bakurê Sûriyê hesab têne guhartin.”

(eh)

ANHA