Artêşa Tirk gundên Şerayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şerayê ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran dike.

Artêşa Tirk gundên Şerayê topbaran dike
10 cotmeh, 2019   12:20
EFRÎN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eqîbe û Bênê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û sivîlan dike hedef, ev yek pêk hat. Di encama êrîşan de heta niha bi dehan şehîd û birîndarên sivîl hene.

(bx)

ANHA