Meclisa Leşkerî ya Qamişlo: Me 7 nûqteyên dagirkeriya Tirk kirin hedef

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Piling Qamişlo diyar kir ku li ser bersivdayîna êrîşên Tirkiyê yên li ser jîngehên sivîlan wan 7 nûqteyên artêşa Tirk a dagirker kirin hedef.

Meclisa Leşkerî ya Qamişlo: Me 7 nûqteyên dagirkeriya Tirk kirin hedef
9 cotmeh, 2019   15:50

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Piling Qamişlo di daxuyaniyekê xwe de li gel ANHA‘yê got, biryara bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya xebitandina mafê parastina rewa de tê.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Pilind Qamişlo anî ziman ku operasyonên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk wê dewam bike madem Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku zêdeyî 8 milyon sivîl lê dijîn.