HPG`ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyanyekê nasnameyên 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn, eşkere kirin. HPG`ê di daxuyaniya xwe de soz da ku mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe bi ser bixe.

HPG`ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
HPG`ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
1 cotmeh, 2019   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 gerîlayên ku li Mêrdînê şehîd bûne, eşkere kirin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Îlonê de me ragihandibû ku li dijî operasyona artêşa TC a dagirker ku 7'ê Îlonê li herêma Omeryan a Mêrdînê dest pê kir, hêzên me çalakiyek kir, di encamê de Midûrê Şaxê Hêzên Taybet ên Polîsan ê Mêrdînê jî di nav de, 10 leşkerên dijmin hatin kuştin û 3 hevalên me yên bi fedayî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên der barê hevrêyên me yên şehîd bûn; Agît, Besê û Karker de wiha ne:

Nasnav: Agît Asê
Nav paşnav: Muslum Gunduzalp
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dayikê: Aliye
Navê bav: Mehmet Alî
Cih û dîroka şehadetê: 8'ê Îlona 2019'an / Mêrdîn

*****

Nasnav: Besê Anûş
Nav paşnav: Luftiye Acer
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayikê: Zubeyde
Navê bav: Alî
Cih û dîroka şehadetê: 8'ê Îlona 2019'an / Mêrdîn

*****

Nasnav: Karker Masîro
Nav paşnav: Halîl Erdem
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayikê: Turkan
Navê bav: Suleyman
Cih û dîroka şehadetê: 8'ê Îlona 2019'an / Mêrdîn

Hevrê Agît Asê di sala 1985'an de li warê zanyar û pêşengên civakê li navçeya Pirsûs a Rihayê ji dayik bû. Hevrê Agît di nava civakeke welatparêz de mezin bû ku ji destpêkê ve bi tevgera me re ye. Di temenê xwe yê biçûk de bi bandora şehîdên tevgera azadiyê yên li dijî dagirkeriya li Kurdistanê şer dikirin, mezin bû. Hevrê Agît bi rastiya şehîdan mezin bû û lêgerînên wî roj bi roj mezin bû û di sala 2008'an de tevlî nava refên gerîla bû ku xeyala wî ya zarokatiyê bû. Hevrê Agît ku bi bingeha welatparêziyê mezin bû di demeke kurt de felsefeya Rêber Apo fêm kir û gihîşt têgihiştina jiyana bi wate. Di nava jiyanê de yek ji mînakên kedê bû. Ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve dihate hezkirin. Bi nêzîkatiya xwe ya li hemû hevalan, bi soza xwe ya hevrêbûyîna Rêber Apo timî girêdayî ma û bi tevlîbûna xwe xwe gihand rastiya hevrêtiyê. Her tim li ser leşkerîbûnê kûr dibû û hesta tolhildana ji dijmin timî mezin dikir. Li eniyên şer bi taybetmendiyên xwe yên wêrekî û şervanî bi ruhê fedayî bû fermandarê me yê şer û jiyanê. Bi vî rengî her tim li refên pêş ên eniyê bû. Hevrê Agît di sala 2016'an de derbasî eyaleta Mêrdînê bû ku yek ji navendên me yên şer bû. Li qada Mêrdînê di xurtkirina şer de bi rola xwe tevgeriya û heta kêliya dawî bi soza bidawîkirina esareta Rêber Apo tevgeriya û bi girêdana xwe ya li dozê tevlî nava karwanê nemiran bû.

Hevrê Besê Anûş di sala 1990'î de li Mêrdînê ji dayik bû û li paytexta Kurdistanê Amedê mezin bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû, rastiya dijmin fêhm kir û bi hişmendiya rastiya gel a li dijî vê yekê tevlî karê ciwanan bû. Hevala Besê têgihiştî ku ji bo azadiya gelê Kurd dikare hîn bêhtir kar bike û bi vê têgihiştinê di sala 2012'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Li her qada ku lê bû timî hewl dida xwe perwerde bike, bi felsefeya Rêber Apo bi daxwazeke mezin tevlî bû û bi moral û kelecana xwe li her deverê bû pêşeng. Bi bedewiya jin a azad ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, di nava jiyanê de her tim bi berpirsyarî tevgeriya. Bi têgihiştina jin a şer dike bedew û azad dibe hevala Besê şerê destpêkê û yê herî mezin di kesayetiya xwe de kir û ji bo bibe milîtaneke fedayî ya Rêbertî di demeke kurt de şareza bû û bi mîsyona fermandariyê tevgeriya. Hevala Besê ku bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm bal dikişand ser xwe, di jiyanê de nîşan da ku fedayiyek divê bêkêmasî be. Hevala Besê ku sekna xwe ya îdeolojîk û rêxistinî xurt bû, xwe di felsefeya Rêbertî de perwerde kir û bi pêş ve xist. Hevala Besê di nava jiyanê de her tim li refên pêş bû û di vî şerê giran de ji bo li refên pêş têbikoşe berê xwe da Mêrdînê û li warê xwe li dijî artêşa TC a dagirker şer kir. Di vî şerê xwe yê mafdar de gihîşt şehadetê û tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevalê Karker Masîro di sala 1987'an de li Mêrdînê ji dayik bû. Li herêmeke ku nirx û hestên welatparêziyê lê xurt e ji dayik bû, bi vê têgihiştinê rastiya dijmin zû fêhm kir. Hevrê Karker di nava ciwanan û gelek qadan de bi rengekî çalak têoşiya û di demekê de ku êrîşên dewleta TC'ê giran bû di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Li xaka ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû û li refên pêş li dijî dijmin têkoşiya. Bi dilnizmî, durustî û tevlîbûna xwe ya bi fedakarî di nava hevalên xwe de bû xwedî cihekî taybet. Li her devera ku lê li ber xwe da ji bo girêdana xwe ya bi Rêber Apo re nîşan bide bêsekn têkoşiya. Bi kenê xwe nîşan dida ku çiqasî ji dil e û hezkiriyê azadiyê ye. Hevrê Karker milîtanekî şoreşger ê rasteqîn bû. Hewl dida 24 saetan xwe perwerde bike û wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk bîne. Li dijî operasyonên tinekirinê yên dagirkeran bû mînakeke lehengiyê ya mezin. Heta kêliya dawî hêjayî gelê Kurd û şehîdên şoreşê bû.

Di serî de malbatên hevrêyên me Agît, Besê û Karker ên gihîştin şehadetê bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya ku şehîdan ji me re hiştin bi ser bixin.”