Li Efrînê, yek jê jin 10 kes hatin revandin

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê 10 welatî revandin ew birin cihekî ne diyar.

Li Efrînê, yek jê jin 10 kes hatin revandin
3 îlon, 2019   16:25
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Ciwêq ê girêdayî navenda bajarê Efrînê 10 welatî revandin, di nav de jinek hebû.

Li gorî heman çavkanî kesên hatine girtin ev in "Mihemed Qasim, Nîhad Xerîb, Bekir Wehîd, Ebdo Subhî Îsa, Idrîs Reşîd Ereb, Yehya Hisên Reşîd, Fethî Emara, Mihemed Hec Mehmûd, Henîf Îsa û Mewlîda hevjîna Ednan Qecî".

Çeteyan kesên revandine birin cihekî nediyar e.

ANHA