Li Ezazê teqînek din pêk hat

Li bajarê Ezazê bi motorsêklêteke bombebarkirî teqîneke din rû da.

Li Ezazê teqînek din pêk hat
3 îlon, 2019   13:25
ŞEHBA

Li bajarê Ezazê beriya çend kêliyan teqîneke din rû da. Hate gotin ku teqîn li ber avahiya mala Sêwiyan a navenda bajêr bi motorsêklêteke bombebarkirî pêk hat.

Heta niha ti aliyî teqîn negirtiye ser xwe.

Di saetên nîvro de jî li bajêr teqîneke bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li herêmê alozî serwer e.

ANHA