Li herêma Cizîrê amadekariyên sala nû ya perwerdeyê

Li sûkên bajêr û navçeyên herêma Cizîrê bi nêzîkbûna sala nû ya perwerdeyê re tevgera şêniyan zêde bûye. Komîteyên rêveberiyên dibistanan jî xebatên sererastkirin û paqijkirina dibistanan bi dawî kirin.

3 îlon, 2019   07:32
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28‘ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê destpêkirina sala perwerdeyê ya 2019-2020‘an ragihand. Rêveberiyê roja 15‘ê Îlonê wekî roja vekirina dibistanan ragihand.

Di vê çarçoveyê de komîteyên rêveberiyên dibistanan ên herêma Cizîrê xebatên sererastakirina dibistanan bi dawî kirin.

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarokê Cezaayê ku 53 dibistanan bi rêve dibe, 8 dibistan sererast kirin, 6 avşo li dibistanan ava kirin û 15 jî sererast kirin. 12 bîr kolandin her wiha  dixebete ku 4 dibistanan çemento bike.

Komîteya Rêveberiya Dibistanên diyar kir ku ew amade ye pêşwazîkirina 6 hezar û 452 xwendekaran di nava 53 dibistanan bikin. Heman demê de 399 mamoste hatin amadekirin.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarokê Cezaayê Mensûr Abdullah diyar kir ku komîteya sererastkirinê ya Rêveberiya Dibistanan a bajarokê Cezaayê dibistanên Ekreşe û Qadisya Biçûk sererast kir. Dibistanên berê hazir ên li Begariyê, Til Sehen, Hesen El-Necim û Mezreya Ekreşê danîn. Her wiha li gundê Xirbe Fida dibistaneke nû ava kirin.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Dibistanan 6 avşo li dibistanên Mezreya Ekereşê, Xirbe Fida, Qadisya, Begariyê, Hesen El-Necim  û Zerqa ava kirin û li avşoyên 15 dibistanên din sererast kirin.

Komîteyê li dibistanên ku av lê tinebû 12 bîr  li dibistanên; Qurtuba, Temîm, Selîma, Xuzaa, Filistîn Şerqî 2, Filistîn Xerbî Qedaa, Zubeyda, Tehama, Begariyê, Hesen El-Necim 2 koland, av ji bo vexwarinê nabe, tenê ji bo şuştinê ye.

Tevgera li sûkan

Li sûkên bajêr û navçeyên herêma Cizîrê tevgera şêniyan bi nêzîkbûna sala perwedeyê re zêde bûye.

Li gorî şêniyan buhayê pêdiviyên xwendinê heta radeyekê bilind e, ev yek ji ber ambargoya li ser herêmê ji hemû aliyan ve haitye ferzkirin.

Ednan Abdulrehman ê li bajarê Qamişlo dibêje: "Hemû pêwîstiyên dibistanê li bazaran hene, lê buhayê wan pir bilind e. Lê em neçar im bikirin, buhabûn nabe sedem ku em zarokên xwe ji xwendinê dûr bixin. Em bi hêvî ne ku buha hinekî kêm bibe da em ku hemû pêwîstiyên zarokên xwe bikirin."

Xwediyê dikana pêdiviyên dibistanê Mihemed Emîn Umer sedema bilindbûnê wiha tîne ziman: "Piraniya alav ji derveyî Sûriyê tên, hin jê herêmî ne ji Sûriyê ne. Madeyên ji derve tên em bi dolaran dikirin. Lê ji ber ferqa pereyan yekser bandorê li buhayan dike."

(bb/bm)

ANHA