866 mamosete beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê dewreyeke nû ji mamosteyên ku biserketin û di dibistanên bajêr û gundewar de hatin erkdarkirin, re vekir. Ev gav ji bo berdewamkirina plana komîteyê ji bo bilindkirina asta tevahiya mamosteyan di dibistanên Minbicê û gundewarê wê de, hat avêtin.

866 mamosete beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin
866 mamosete beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin
866 mamosete beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin
866 mamosete beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin
866 mamosete beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin
3 îlon, 2019   05:50
MINBIC

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê du navendên ji bo perwerdekirina mamosteyên nû yên ku bi serketin û di dibistanên bajêr û gundewar de hatin erkdarkirin, vekirin. Navenda yekê dibistana pîşeyî ya amadehî ya ku dikeve rêya Helebê. Ya din jî li navenda Zêdan Henêzil a ku dikeve rêya Heleb li rex navenda Komîteya Perwerde û Fêrkirinê.

Ev dewreya yekemîn a îsal e û derdora 866 mamoste ji mamosteyên nû yên ku di ezmûna komîteyê de bi serketine û hatin erkdarkirin beşdarî  dewreyê dibin. Armanca ji dewreyê ew e ku asta mamosteyan bilind bikin û piştî ezmûnên dawîn asta wan diyar bikin.

Girêdayî mijarê çavdêrê madeya bîrkarî yê navenda perwerdeyê ya dibistana pîşeyî ya amadehî ya bajarê Minbicê Hisên El-Hisên ji ajansa me re axivî û got: "Me ji 1`ê Îlonê ve dest bi dewreyê kiriye. Ev dewre dê di 14’ê Îlonê de, bi ezmûna diyarkirina asta mamosteyan bi dawî bibe."

El-Hisên wiha domand: "866 mamoste beşdarî dewreyê bûne û dibe ku ev hejmar bighêje 876 mamoste. Ev hejmar li her du navendan hate parvekirin."

Têkildarî bernameya perwerdeyê El-Hisên got: "Dewama navendê wê 10 roj be û perwerde ji saet 9:00`an heya 12:00`an nîvro bidome.  Mamoste waneyên girêdayê rêbazên wanedayînê û waneyên fikrî, dibînin."

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê plana xwe ji bo bilindkirina asta tevahiyan mamosteyên bajar û gundewaran, didomîne. Dibe ku dewreyek din ji mamosteyên ku dê werin erkdarkirin re vebe.

(şx/bm)

ANHA